Gurcistanê, karbidestekî payabilind yê Ukraynî bi plankirina darbeyê û gêrkirina hikûmetê tawanbar kir.
Jêderên ewlekarîya Gurcistanê dibêjin ku cîgirê serokê îstixbarata Ukrayna û cîgirê wezîrê navxweyî yê berê yê Gurc Giorgi Lortkipanidze planên tundûtûjîyê danîne.
Li gor jêderên ewlekarîya Gurcistanê, bi planên tuntûdûjîyê armanc ladana hikûmetê bûye.
Ew jêder îdia dikin ku kesên hewil dane derbeyê bikin li nêzî sînorê Polonya hatine perwerde kirin.
Lê, Ukrayna îdiaya Gurcistanê red kir û got ku Tbilîs dixwaze Kîevê, ku jiber şer ketiye rewşeke dijwar, reş bike.
Gurcistan û Ukrayna dewletên berê yên Yekîtîya Sovyetê ne û girjîya di navbera wan de di demên dawî de gur dibe.