Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Georgia Heta Niha Pirtir ji 2 Mîlyon Kes di Hilbijartina Civata Senatoran de Deng Dane


Ajansa Reutersê ragihand ku li istana Georgia heta niha nêzî 2.1 mîlyon kes di qonaxa duyê ya hilbijartina Civata Senatoran de deng dane.

Karbidestên xwecîhî radigihînin ku heta îro pirtir ji yek ji çarê hemî hilbijarên tomarkîrî yên Georgia bi postê yan dengdana pêşdem dengên xwe dane.

Li eyaleta Georgia dora 4 mîlyon hilbijer hene û beşdarbûna heta niha nîşan dide rêjeya giştî dî bilind be.

Hêjayî bîrxistinê ye di hilbijartina seroktîyê de Joe Bidenê Demokrat, Donald Trumpê Komarî têk biribû û Demokrat geşbîn in ku vê care jî serketî bin.

Hilbijartina istana Georgia jibo sîyaseta Amerîka pir girîng e jiber ku wê dîyar bike ku kîjan partî piranîya Civata Senatoran, ku niha di destê Komarîyan de ye, de bi dest bixe.

Demokrat hêvî dikin ku her du senatorîya Georgia qezenc bikin ku hejmara kursîyên xwe bikin 50 ku hîngê her du partî dibin xwedîyê heman hejmarê.

Li gor qanûnên Amerîkî, dema her du partî di Civata Senatoran ya bi 100 kursîyan de xwedî 50 kursî bin, hîngê cîgirê/a serok dikare dengê xwe bide ku dawî li wê rewşê bîne.

Li Civata Nûneran ya beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî, Demokrat xwedîyê piranîyê ne, lê Komarî kontrola Civata Senatoran dikin.

XS
SM
MD
LG