Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya ligel Yunanistanê Giheşt Rêketina Vegerandina Penaxwazan


Penaberên Sûrî ku nû giheştine Almanya (Nîsan 2016)
Penaberên Sûrî ku nû giheştine Almanya (Nîsan 2016)

Almanya îro Înê ragihand ku wê di derheqa penaxwazan de bi hikûmeta Yunanistanê re giheştiye rêketinekê. Li gor wê, penaxazên ku serîlêdanên xwe li Yunistanê kirine, wê careke din ji wî welatî re werine şandin.

Almanya û Îspanya hefteya borî rêketineke bi heman awayî îmza kiribû.

Her du rêketinên vegerandina penaxwazan piştî alozîyên navbera serokwezîr Angela Merkel û şirîkên wê yên koalîsyonê pêk hatin, ku hindik ma bu hikûmetê koalîsyonê hilweşîya.

Berdevka Wezareta Navxweyî ya Almanya, Eleonore Petermann ragihand ku peymana bi Yunanistanê re wê pêkan be ku Almanya penaxwazên ku ji tixubê wan ya ligel Avusturya hatine, di nav 48 demjimêran de werin vegerandin.

Petermann da zanîn ku Almanya bi Îtalya re jî danûstandinan bi hikûmeta wî welatî re didomîne.

Ji 2014’an vir ve pirtir ji 1.6 mîlyon penaber hatine Almanya û ew jî bûye sedema nerazîbûna gelek alîyan û Partîya Alternatîfa bo Almanya (AfD) ketibû parlemana netewî.

XS
SM
MD
LG