Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dema Tedbîrên li Sînorên Polonya, Komara Çek û Swîsre Dirêj Dike


Tixubê Almanya bi Komare Çek (Aşîv)
Tixubê Almanya bi Komare Çek (Aşîv)

Almanya ragihand ku ewê jibo rê li ber koçberên qaçax bigire kontrolên li sînorên Polonya, Komara Çek û Swîsre heta 15’ê Berfanbarê bidomîne.

Wezareta Navxweyî ya Almanya dîyar kir ku Berlînê dê ser domandina konrolan Komîsyona Ewrupa agahdar bike.

Wê wezaretê ragihand ku bi taybetî tedbîrên polîsan yên li sînorê Polonya bidomin.

Li gor agahîyên wezaretê ji destpêka berfirehkirina kontrolên li sînor, ku 16’ê Cotmehê destpê kiribû, rê li ber 1100 kes hatiye girtin ku ew bê destûr neketine welêt.

Berlînê îsal cara pêşî ragihand ku ewê jiber zêdebûna pir ya hejmara koçberan kontrolên xwe yên li sînorên Komara Çek, Polonya û Swîsre berfireh bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG