Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Gumanbarê Êrişa Bi Kêran li Solingenê Kesekî Sûrî Ye


Karbidestên Almanî îro Yekşemê ragihand ku zilamekî Sûrî yê 26 salî wek êrîşkar xwe radestî polîsê Almanî kiriye, piştî êrîşeke bi kêran li bajarê Solingenê ku sê kes kuştin û heşt jî birîndar bûn.

Êrîş di festîvaleke êvara Înêyê de li Fronhof, li qadeke bazarê pêk hat, ku dîroka 650-salî ya Solingen dihat pîrozkirin.

Polîs û dozgerên îro di daxuyanîyeke hevbeş de got ku, gumanbar roja Şemîyê xwe radest kiriye û sûc bi xwe qebûl kiriye.

Dozgerên Almanya federal nasnameya wî kesê Sûrî wek Îsa El H. dîyar kir û got ku guman heye ew endamê DAIŞ’ê be.

Dozgeran herwiha dîyar kir ku wan lêpirsîna “terorîzmê“ dane destpêkirin û "Ser beşdarbûna vî kesî lêpirsîneke xurt tê rêve birin".

Li gor rojnameyên Bild û Spiegel, gumanbar di Berfenbara 2022’an de hatiye Almanya û mafê koçberîyê ya parastî wergirtîye ku pir caran jibo kesên ku ji Sûrîyê direvin tê dayîn.

Wezîrê navxweyî yê eyaleta Nordrhein-Westfalen, Herbert Reul jî got ku gumanbar ji maleke penaberan ya li Solingenê ye.

Baskê propagandayê ya koma "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ya cîhadî Amaq berpirsiyarîya êrîşê gragihand û got "berpirsê êrîşa ser kombûna xiristiyanan" li Solingen " leşkerê DAIŞ’ê bû".

DAÎŞ’ê ragihand ku êrîş hatiye kirin wek "tolhildana Misilmanên li Filîstînê û li her derê". Komê jibo piştrastkirina ku êrîş endamê wê ye ti belge pêşkeş nekir.

Herwiha îdiaya komê jî alîyê çavkanîyên serbixwe ve hîn nehatiye piştrastkirin.

Bûyera kujer, ligel îdiaya DAIŞ’ê ku berpirsîyar e, di nav hin siyasetvanan de bû sedema xembarîyê, ku daxwaz dikin ewlehî were zêdekirin, li ser çekan sînordarkirinên tundtir werin ragihandin, jibo tawanên tundîyê cezayên tundtir werin dayîn û koçberî were sînordar kirin.

Friedrich Merz ku seroktîya opozîsyonê, partîya rastgir-navendî CDU dike, daxwaz kir ku divê Almanya qebûlkirina penaberan ji Sûrîye û Afganistanê bi dawî bike.

"Bes e!" wî di daxuyanîyeke de li ser malpera xwe got.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG