Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Berlînê bi Hezaran Kes Tevlî Xwepêşandanên Dijî Pîvanên Koronayê Dibin


Li Berlîna paytexta Almanya bi hezaran xwepêşander îro Şemiyê derketin ser cadeyan li dijî pîvanên vîrusa koronayê.

Ew dibêjin pîvanên desthilatdaran mafên azadiya xelkê binpê dikin.

Polîs texmîn kir ku hejmara xwepêşanderan dora 15,000 bû, ku pêk hatin ji lîbralî, alîgirên destûr, kesên ku bi guman in li dor siyasetên dijî korona û her wiha hejmarek kesên rastrew jî di nav xwepêşanderan de hebûn.

Xwepêşandan bi sema û durişmên wek” Em azad in” birêve çû.

Ev xwepêşandan dibe piştî organîzekirina xwepêşandanekê li bajarê Stuttgart ji karsaz û siyasetmedar Michael Ballweg ve ku kar dike da bibe şaredarê bajêr.

Xwepêşanderekî ku wek piraniya xwepêşanderan bê mask bû ji ajansa Reuters re got:

“Daxwaza me ew e ku em vegerin ser demokrasiyê.”

Ta niha bêhtirî 200,000 Almanî bi vîrusê ketine û dora 1,000 kesî jiyana xwe ji dest daye.

XS
SM
MD
LG