Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Ditirse ku Haker Êrîşên Înternêtê Bibin ser Nexweşxaneyên Wê


Serokê ajansa ewlekarîya înternêtê ya Almanî îro Şemîyê got ku nexweşxaneyên Almanya renge di metirsîya êrîşên hakeran de bin, piştî du êrîşên radebilind yên dîjîtal vê mehê li ser xizmetên saxlemîya Îrlenda û borîyeke niftê ya Amerîkayê.

Operasyonên xizmeta saxlemîya Îrlenda roja Îna borî sîstemên xwe yên IT girtin ji bo parastina wan ji êrîşên mezin ên ku xizmetên tendusristî pûç kirin, rê li têstên COVID-19 girtin û gelek sozên dîtina nexweşan jinav birin.

Di pênc salên borî de, klînîkên Almanyayê rastî zincîrek êrîşên înternêtê hatin û Arne Schoenbohm, serokê ajansa ewlekarîya înternêtê BSI ji rojnameya Zeit ya online re got ku wî “metirsiyeke mezin li ser nexweşxaneyan “ dîtîye.

Demekê berê vê mehê borîya niftyê ya Amerîkayê, U.S. Colonial Pipeline Co, ku 8,850 kîlometir dirêj e, sîstema xwe ya operasyonan girt, piştî êrîşa înternêt ya ku rê li hinartina bi milyonan bermîl benzîn û mazotên girt.

Schoenbohm got gelek karên Almanya di metirsîyê de ne ku bibin armanca hakeran, bi sedma karkirina li mal ya karmendan di dema vîrusa koronayê de.

XS
SM
MD
LG