Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwestên Almanya û Yekîtîya Ewrupa li ser Pêşhatên Sûrîyê Çi Ne?

Parlementoya Ewrupayî.
Parlementoya Ewrupayî.

Piştî çend rêkftinan di navbera hikûmeta demkî ya Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, êrîşên hêzên ser bi hikûmeta Şamê ve li dijî deverên Kurdan didomin.

Êrîşên li dijî Kurdan li seranserê cîhanê naçar bi rîya xwepêşandan û çalakîyên nerazîbûnê tên şermezarkirin. Li hejmareke welatên Ewrupayî jî xwepêşanderan banga helwesteke tund dikin bo rawestana şer û parastina Kurdan.

Endamê parlementoya wîlayeta Berlînê li Almanyayê, Jiyan Omer, derbarî helwesta parlemantoya federal ya Almanêye ji Dengê Amerîka re got, “Bûyerên bakur û rojhilatê Sûrîye tirsa şerekî navxweyî bi xwe re tîne, herwiha metisîya li ser zêdebûna gefên Daişê jî heye.”

Omer herwiha diyar kir, “Parlemantoya Almanya tekezîyê li hikûmeta Almanya dike ku divê kar bo rawestandina şer bike û rêzê li mafên Kurd û Elewî û tevahîya kemîneyên olî û netewî bigire.”

Parlemantoya Almanyayê daxwaz ji hikûmeta xwe dike wezîra geşepêdan û hevkarîya aborî, Reem Alabali Radovan, lêvegerekê li ser pirsên aborî ligel Sûrîyê bike eger hikûmeta demkî li Sûrîyê hewlên aramkirina rewşa Sûrîyê neke.

Li aliyekî din, Kaja Kallas, Nûnera Bilind ya Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê û Cîgira Serokê Komîsyona Ewrupayî ragihand, “Divê hemû çalakîyên leşkerî rawestin, divê pabend bin bi kêmkirina alozîyê bi tevahî were rêzgirtin û divê sivîl werin parastin, rêz li sivîlan bête girtîn. Hîn armanc ya Yekîtîya Ewrupayê bo veguhestineke siyasî ya durist.

Herwiha, derbarî mafên Kurdan, Kallas got ku “divê mafên Kurdan bi temamî bêne parastin.”

Serokê şanda Ewrupayî bo Rojhilata Navîn, Laurent Castillo, nîgeranîya xwe derbarê alozîyên Sûrîyê diyar kir û got, “Bûyerên vê dawîyê girîngîya rêzgirtina mafên mirovan piştrast dike.”

Hewriha got, YE her destdirêjîyekê li dijî kêmenetewe û olan şermezar dike.

XS
SM
MD
LG