Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Partîyên Almanyayê jibo Avakirina Hikûmeta Nû Gotûbêjan Dikin


Olaf Scholz, serokê partîya SDP.
Olaf Scholz, serokê partîya SDP.

Sê partîyên parlementoya Almanyayê îro Çarşemê guftugoyan dikin bo ku hikûmeta nû ya Almanî ava bikin. Di hikûmeta nû de serokê çepgir yê navend Olaf Scholz wê li şûna rawêjkar Angela Merkel bibe serokê hikûmetê.

Sosyal Demokratên çepgirên navend (SPD) ev demek e li gel Partîya Kesk ya piştevanîya jîngehê dike û partîya Demokratên Azad gotûbejan dike, ji ber ku SPD'ê di hilbijartinên netewî yên 26'ê Îlonê de zêde deng wernegirt ku bi tena xwe bibe desthilatdar.

Eger ew her sê partî di hevdîtînan de li hev werin, ku berîya niha hikûmeteke netewî ava nekirine, wê li şuna partîyên mezin ya kevnoşipî cara yekê bibin desthilatdar. Partîya Sosyal Demokrat di demekê hevparê hikûmeta partîya rastgir ya navend ya Merkel Demokratên Xrîstîyan bûn.

Li şûna Angela Merkel, ku wê nexwest careke din bikeve hilbijartinê, wê Scholz yê 63 salî bibe rawêjkarê nû yê Almanya. Ew ji di sala 2018’an vir ve cîgirê rawêjkar bû û her wiha wekî wezîrê fînansê jî kar kiriye. Di 6'ê meha 12'ê de, li parlemantoya Almanyayê wê hilbijartina rawêjkar were lidar xistin.

XS
SM
MD
LG