Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya û Urdun Rewşa Hêzên Almanî li Urdunê Guftûgo Dikin


Wezîra Berevaniya Almanta Ursula von der Leyen
Wezîra Berevaniya Almanta Ursula von der Leyen

Karbidestekî Urdunî dibêje Urdun li gel Almanya guftûyan dike li dor rewşa yasayî ya hêzên Almanî ku dê li Urdunê bimînin, di demekê de ku hin nakokiyan şandina hêzan bişûnxistî ye.

Govara Almanî Der Şbîgil îro Yekşemê ragihand ku Almanya hewla wergirtina mafê parastinê dide ji bo 250 serbazên wê, ku beşek in ji helmeta dijî Daişê bi serkirdayetiya Amerîka.

Raport dibêje Urdunê ev daxwaz red kirî ye.

Karbidestê Urdunî dibêje axaftinên li gel Almaya ew li gor “pîvanên dîplomatîk ên navnetewî ne“ û her wiha”wekheviya di danûstandina hevbeş de. “

Karbidest nexwest navê xwe diyar bike ji ber ku wî desthilata axaftina li gel medya li dor mijarê nebû.

Wezîra berevaniya Almanya bersiva nameyeke Ajansa Associated Press ji bo şîrovekirinê neda.

Almanya Urdun hilbijart ji bo hêzên xwe piştî ku Tirkiyê rê neda hin parlemanterên Almanî serdana wan hêzan li Tirkiyê bikin.

XS
SM
MD
LG