Mercedes-Benz roja Pêncşemê ragihand ku di encama teqekirina li yek ji kargehên wê li başûrê rojavayê Almanya de 2 kes hatine kuştin, di heman demê de polîsan got ku wan gumanbarek girtiye.
Li gor nûçeya Reutersê, ev daxuyaniya kompanyayê piştî wê yekê tê ku berî niha rayedarên Almanyayê gotibûn di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û kesek jî bi giranî birîndar bûye.
Şîrketê diyar kir ku polîsan gumanbarek 53 salî binçav kirin.
Berdevkê dozgeriyê li Stuttgartê got: "Îro danê sibê li Sindelfingenê li tesîsên kargehê gule hatin reşandin... 2 kes birîndar bûn û kesek jî hat kuştin."
Serdozgeriyê da zanîn ku lêkolîner li ser wê yekê lêkolîn dikin ku gulebaran bi tena serê xwe tevgeriyaye û ji derveyî kargehê ti kes tevlî nebûye.
Polîs berî niha li ser Twitterê piştrast kiribû ku kesek hatiye kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûye.
Hikûmeta Alman soz da ku qanûnên çekan li wî welatî tundtir bike piştî ku di Adara borî de çekdarekî li Hamburgê gule berda û şeş kes kuştin.
Li gorî nûçeya Reutersê, li kargeha şîrketa navdar ya otomobîlan ku şahidê qezayê bûye, nêzî 35 hezar kes dixebitin.
Şîrketê di daxuyaniyekê de ku di hesaba twîterê de jî weşand derbarê qezayê de ragihand ku metirsî bi dawî bûye û niha ti tirsek li ser xelkê deverê û karkerên di kargehê de nemaye, daxuyaniya şirketê weha got:
"Em di şok û xemgîniyê de ne piştî nûçeyên trajîk yên îro danê sibê ji Sindelfingen hatin. Dilê me li gel qurbaniyan, malbat û hevkarên wan yên li kargehê ye,".
Jêder: Reuters/Mercedes twitter