Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Dibêje Metirsiya Vîrusa Koronayê hîn Bilind e


Rawêjkara Almanî Angela Merkel
Rawêjkara Almanî Angela Merkel

Rawêjkara Almanî Angela Merkel îro Şemiyê anî ziman ku bidawîhatina vîrusa koronayê ne nêzîk e, di demekê de ku tirs heye pêleke di a vîrusê belav be.

Axaftina Merkel tê di demekê de ku du wîlayetên mezin ên Amerîka careke din bendên rêgirtina vîrusê tund dikine. Di heman demê de, Hindistanê 18,000 keysên nû ragihandine.

Merkel di axaftina xwe vîdyoyî ya heftane de got nûgeşkirina abûriya Ewrupa armanca wê ya sereke ye, ji ber ku hefteya dahatû Almanya serokatiya Yekîtiya Ewrupî dike, lê wê dupat kir ku herkesî “ berpirsiyareke hevbeş” heye di pêgiriya bi maskan û dûrbûna civakî de.

Hefteya borî, desthilatdarên Almanî pêvanên rêgirtina li vîrusê li navçeyeka rojavayê welêt a ku 500,000 kes lê dimînin sepandin, piştî ku 1,300 karmendên serjêkirina ajelan bi vîrusê ketin.

Almanya nêzîkî 195,000 keysên koronayê tomarkirine, 9,000 kes jiyana xwe ji dest dane û 177,000 kes baş bûne, li gor tomarên zanîngeha John Hopkins.

XS
SM
MD
LG