Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Alamya Êrîşa Vanekê ser Xelkê Sê Kesan Dikuje


Germany Accident

Peyvdarekî polîsê Almanî dibêje sê kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn di êrîşa erebeyekê de ser qebalixekê li pêş bareka gelêrî li navenda bajarê Muenster.

Andreas Bode ji peyamnêran re got şifêrê vanê xwe di hindirê vanê de kuşt, piştî êrîşê.

Bode got yek ji wan bîst kesên birîndar, di rewşeka xerab de ye.

Ta niha hîn nasnameya kesê êrîşker û armanca wî ya êrîşkirinê ne diyar in.

Ulrike Demmer, Peyvdarê rawêjkara Almanî Angela Merkel ev rûdan wek nûçeyeka karesat binav kir.

Polîs dibêje wan madeyeka berguman di hundirê vanê de dît û ew xeternakiya wê taqî dikin..

Desthilatdar vekolînan li dor radanê dikin.

XS
SM
MD
LG