Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Wê Patriotên li Polonya Heta Dawîya Salê li Wir Bimînin

Almanya dê dema sîstema berevanîya esmên ya Patriot ya li Polonya dirêj bike.

Wezareta Berevanî ya Almanya îro Sêşemê ragihand ku ew difikirin ku Patriot heta dawîya 20203’an li wir bin.

Li gor daxuyanîya wê wezaretê niha ji 2023’an pê ve ti dirêjkirin xuya nake.

3 sîstemên Patriot serê salê li Zamosc ya Polonya ya nêzî sînorê Ukrayna hatibûn bi cîh kirin.

Tevî sîstemên Patriot 300 leşkerên Alman jî jibo berevanîyê derbazî Polonya bûbûn.

Polonya yê li baskê rojhilat yê NATO ye jiber sînorê xwe yê bi Belarûsê re ketiye fikaren ewlekarîyê.

Karbidestên Polonya dibêjin piştî Koma Wagner, ku li Rûsya serî rakiribû, derbazî Belarûsê bûye fikarên wan yên ser ewlekarîyê zêde bûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG