Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Êrîşên Dronî yên Ukrayna yên li Rûsya li Gor Hiqûqa Navneteweyî Ne


Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock îro Sêşemê dîyar kir ku êrîşên dronî yên Ukrayna yên li Moskow ya paytexta Rûsya li gor hiqûqa navneteweyî ne.

Rûsya di demên dawî de radigihîne ku Ukrayna bi dronan êrîşan dibe ser Moskowê.

Baerbock di preskonferansekê de dîyar kir u Rûsya êrîş biriye ser Ukrayna got ku mafê qanûnî yê Kîevê heye ku ew berevanîya xwe bike.

Wê dîyar kir ku Rûsya li Ukrayna bê ku raweste êrîş birine ser depoyên dexlûdan, nexweşxane, dêr û binesazîya sîvîl.

Hevtayê Baerbock yê Estonyayî Margus Tsahkna jî di preskonferansê de dîyar kir ku Ukrayna li gor hiqûqa navneteweyî berevanîya xwe dike.

Karbidestên Rûsî îro Sêşemê jî dîyar kiribûn ku li herêmên Moskowê du dron hatine xistin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG