Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Olaf Scholz Wek Serokwezîrê Nû yê Almanya Dest bi Kar Kir


Olaf Scholz
Olaf Scholz

Parlementoya Almanyayê Olaf Scholz wekî 9mîn serokwezîrê welêt piştî Şerê Cîhanî yê Duyem hilbijart. Piştî 16 salan ji desthilatdarîya Angela Merkel, li mezintirin welatê Ewrupayê çaxeke nû vedibe.

Hikûmeta Scholz bi hêvîya nûjenkirina Almanya, şerê li dijî guherîna jîngehê dest bi desthilatdarîya xwe dike. Lê berîya wan, pandemîya vîrûsa korona pirsgirêka herî dijwar li Almanya bo hikûmeta nû ye.

Scholz îro roja Çarşamê bi pişgirîya 395 qanûndaneran post wergirt. Koalîsyona wî ya sê partî di parlementoya Almanî de 416 kursî ji nav 736 kursîyan wergirt.

Scholz îro Çarşemê piştî merasîmeke fermî ji alîyê serokê Almanya ve dê wekî serokwezîr were binavkirin û paşê jî di parlementoyê de sond bixwe.

XS
SM
MD
LG