Dîplomatê payebilindê Çînê Wang Yi roja Şemiyê Waşinton bi tundî rexne kir li dor balona sîxuriyê ya Çînê û helwesta Amerîka wekî "histerîk û bê wate" binav kir.
Wang di civîna serokên cîhanê de li konferansa ewlekariyê ya Munchê axivî û got ku rêveberiya serok Joe Biden xwedî têgihiştinek "şaş" e beramber Pekînê.
Û wî Amerîka tawanbar kir ku ew hewl dide welateke herî mezin yê Asyayî kirêt bike, dema ku ew bixwe siyasetên ku li dijî baweriyên wê yên wekî bazirganiya azad dike.
Wang pirsî. "Li asîman gelek balonên ji gelek welatan hene. Ma hûn dixwazin her yek ji wan bixin xwarê?"
Herwiha wî got "Em ji Amerîka daxwaz dikin ku tenê ji bo ku bala xwe ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî bikşîne, tiştên weha bêwate neke."
Waşinton ji dema ku baloneke spî ya mezin ji Çînê li ser cihên çekên navokî yên veşartî hat dîtin, di rewşek tirsê de ye berî ku di 4ê Şibatê de li berava rojhilatê were xistin.
Pekîn red dike ku ew balonên sîxuriyê bikar tîne û dibêje ku ji bo lêkolîna seqayê bû. Paşê wê Waşinton bi şandina balonên sîxuriyê yên xwe li ser xaka wê tawanbar kir û ku Amerîka ev yek red kir.
Ev pevçûne bû sedem ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji nişkekê ve serdaneka xwe bo Çînê betal bike.
Digel ku Blinken jî ji bo konferansê li Munchê ye, hemî çav li ser wê ye ku her du alî di serkeftîbun ji bo sazkirina civînekê .
Lê pirs ji Wang hat kirin gelo ew plan dike ku digel şandê Amerîka civênekê bike, Wang bi şerkerî bersiv nîşan da.
Wî got, Waşinton nêrîneke şaş bermaber Çînê heye ku wê wekî berengariyek rijd ya jeopolîtîk û xeterek li ser Amerîka dibîne.
Wî got, "Ev têgihiştineke şaş ji Çînê re, Amerîka hemî tiştan dike tîne da ku Çînê bişewitîne û bitepisîne, û welatên din jî hevrêz dike da ku heman tiştî bikin."
Çavkanî: AFP