Herdû rojnameyên Almanî Die Welt û Welt am Sonntag li dadgeha Ewrupî ya Mafê Mirov dozek li dijî hikûmeta Tirkiyê vekirin li dor girtrina peyamnêrê wan Deniz Yucel, Die Welt îro Şemiyê ragihand.
Desthilatdarên Tirkiyê rojnamevanê Almanî yê Tirk meha Şibatê girt, bi tawanbariya propaganda piştgiriya rêxistineke terorîst û gurkirina tundûtijiyê, di çarçoweya helmeta girtina kesên girêdayî kudetaya têkçûyî ya sala borî.
Yucel dozeke cihê li dadgeha Ewrupî vekir bi piştgiriya hikûmeta Almanî. Dadgehê roja 23ê meha 10 destnîşan kir ji bo Tirkiyê da bersivê bide.
Almanya bi berdewamî daxwaza berdana Yucel û hin Almaniyên din ên girtî kir û ev yek bû hokara têkçûna pêwendiyan di navbera herdû welatên endamên NATO de.
Rêvebirê weşanxaneya herdû rojnameyan Stephanie Caspar got:
“Em hemî alavên yasayî bikar tînin ji bo berevaniya azadiya Deniz. “