Partîya Keskan ya Almanya, ku di koalîsyona hikûmetê de ye, bang li hemwelatîyên Tirkîyê kir ku dengên xwe nedin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.
Kovara Der Spiegel nivîseke hevserokên Partîyên Keskan, Ricarda Lang û Omid Nouripour weşand.
Nivîs ser hilbijêrên li Tirkîye û Almanya ye û dijî sîyaseta Erdogan e.
Di nivîsê de tê gotin ku rêvebirîya Erdogan otorîter e û bi hilbijartinn 14’ê Gulanê re fersend çêbûye ku demokrasî û serwerîya hiqûqê çêbe.
‘’Em dixwazin ku hemî hilbijêr beşdarîyê li hilbijartinên 14’ê Gulanê bikin û piştgirî bidin peyvajoya guherîna demokratîk’’
Keskan di nivîsê de xwest ku hemî girtîyên sîyasî werin berdan û kêşeya Kurdan jî bi rêkên dîyalog û aştîyê çareser bibe.
Wezîrê Çandinî yê Almanya Cem Ozdemîr, ku bi eslê xwe ji Tirkîyê ye, hefteya borî gotibû ku ew dixwaze ku Serokê Partîya Kel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi ser keve.
Ozdemîr dîyar kiribû ku ger Kiliçdaroglu bi ser keve ewê rêkên demokrasîyê vebin.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku partîya Kurdan e, di hilbijartinên serokomarîyê de piştgirî dide Kiliçdaroglu.
Tirkîyê dê jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran di 14’ê Gulanê de here ser sindoqan.
Jêder: VOA, Der Spiegel