Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Şandina 400 RPG Ji Holenda Bo Ukraynayê Erê Dike


Wezareta berevaniya Almanya li Berlinê got Almanya şandina 400 RPG ji Holenda bo Ukraynayê erê kir, di gavekeê de ku tê dîtin wek guhertinek di siyaseta Almanyayê de, piştî Berlîn rastî rexneyan hat li dor redkirina şandina çekan bo Kyivê.

Peyvdarekerî wezareta berevaniyê îro Şemiyê got,”erêkirin ji aliyê rawêjkariyê ve hat pesendkirin.”

Çekên RPG ji enbareke artêşa Almanyayê tên.

Almanya siyasteke demdirêj heye li dor qedexekrina şandina çekan bo cihên şer, ku rehên wê vedigerin dîroka welêt ya xwînî di sedsala 20an de, ku di encamê de Almanya biryar daye siyaseteke aştiya bi rê ve bibe.

Li gor vê siyasetê, welatên ku dixwazin çekan di Almanyayê re derbas bikin, divê berê erêkirina Berlînê werbigirin.

XS
SM
MD
LG