Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock di seredana xwe ya duyemîn bo paytexta Ukraynayê Kyiv de roja Şemîyê got ku piştgirîya Berlînê ji Ukraynayê re dê kêm nebe piştî kêmbûna dabînkirina enerjîya Rûsîyayê.
Baerbock di daxuyaniya xwe de got, "Em ê heta ku hewce bike li kêleka Ukraynayê bin."
Di Gulanê de, Baerbock bû endama yekem a hikûmeta Alman ku serdana Kyivê kir ji dema ku Rûsya dest bi dagirkirina Ukraynayê kir, ku Mosko wê wek "operasyoneke leşkerî ya taybet" bi nav dike.
Almanya, ligel welatên din ên Yekîtiya Ewropî, hewl dide ku piştgirîyê bide mal û pîşesaziyên ku ji ber zêdebûna bihayê enerjiyê giran bûne piştî ku Rûsyayê dabînkirina bi riya xeta boriya gaza xwezayî ya Nord Stream 1 rawestand.
Baerbock got, "(Vladimir) Putin hizir dike ku emê biwestin û dilsoziya xwe ya li gel Ukraynayê rawestînin... Ev plan dê bi ser nekeve û divê bi ser nekeve ji ber ku hemî Ewropa dizane ku Ukrayna aramî û ewlehiya me diparêze."
Baerbock, ku biryar e roja Şemiyê bi hevtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Kuleba re bicive, got ku yek ji mijarên seredana wê ew bû ku alîkariya Ukraynayê bike ji bo paqijkirina mayinên dijî-kesan ên ku ji hêla hêzên Rûsî ve li zevî û avahiyan hatine hiştin, karek e ku wê got dibe ku bi dehsalan dirêj bike.
Çavkanî: Reuters