Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê got ku Berlîn bi rêdana gihîştina leşkerên Amerîkî bo hin baregehan alîkarîya operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê dike.
Trump tekez kir ku wî ji Almanya nexwestîye ku leşkeran bişîne û alîkarîya Berlînê bêtir bi awayê dabînkirina îhtîmala daketin û karanîna "baregehên taybet" ji bo hêzên Amerîkî bû. Di heman demê de, wî têkilîyên xwe yên bi hikûmeta Almanya û Mertz re bi bilindî nirxandin.
Serok Trump tekez kir ku hevkarîya Almanya bi tevahî ji kiryarên du welatên din ên Ewropî, Brîtanya û Spanyayê cuda ye. Trump bi taybetî rexne li helwesta Spanyayê kir.
Rawêjkarê Almanî Friedrich Mertz, ji alîyê xwe ve destnîşan kir ku Almanya û Amerîkayê nerîneke hevpar li ser bidawîkirina "rejîma heyî ya Îranê" hene, her çend wî hişyarî da ku plan ne bêmetirsî ye û dibe ku encamên wê hebin.
Wî her wiha tekez kir ku tevlêbûna rasterast a Almanya di şer de dê pêwîstî bi pejirandina parlemanê hebe.
Friedrich Mertz, ku li Washingtonê ye ji bo danûstandina peymaneke bazirganîyê bi Amerîkayê re, piştgirîya xwe ji bo şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê anî ziman. Lê wî got ku ew hêvî dike ku şer zû biqede ji ber ku dirêjbûna wê ew zirarê dide aborîya cîhanî.