Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevabendên Merkel Biryara Trump a Vekişandina Hêzan ji Almanya Rexne Dikin


Yasedanerên mezin ên kutleya desthilatdar a mihafizkar a rawêjkara Almanî Angela Merkel îro Şemiyê biryara serokê Amerîka ya vekişandina 9,500 serbazên Amerîkî ji Almanyayê rexne kir.

Ev vekişîn dê hejamara hêzên Amerîka li Almanyayê ji 34,500 serbaz bo 25,000î kêm bike.

Johann Wadephul, peyvdarê gurûpa parlemanî CDU/CSU ji ajansa Reuters re got:

“Ev pilan careke din diyar dikin ku rêveberiya Trump erkên seretayî yên serkirdayetiyê paşguh dixe: tevlêbûna hevalbendan di proseyên biryardayînê de.”

Wadephul got hemî hevparên NATO sûdê ji hevgirtina hevalbendiyê digrin, tenê Rûsya û Çînê sûdê ji perçebûna wê digrin û divê ku Waşinton bala xwe bide vê yekê.

Berpirsekî/a Amerîkî ku nexwest navê xwe diyar bike roja Înê got ev biryar encama karê bi mehan e ji aliyê generalê Amerîkî Mark Milley û wê ti pêwendî bi girjiyên di navbera Trump û Merkel de nîne.

Merkel pilana Trump a mêvandariya kombûna G7 beravêtî kir.

Trump fişarê li Almaya dike ku asta xerckirinên xwe yên leşkerî bilind bike û Berlînê wek “girtiya” Rûsya bi nav dike, ji ber ku ew pala xwe dide ser wizeya Rûsî.

XS
SM
MD
LG