Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Almanî Vekolînan li dor Idîayên Jineka Êzdî Dikin


Dozgerên Almanî got ew bi rijdî idîayên jineka Êzdî ya penaber didin ber çavan, ku gotibû ew li Almanya du caran rastî endamekî gurûpa Daişê hat.

Jina Êzîdî dibêje ew ji aliyê wî endamê Daiş ve hatibû girtin.

Dozgeran got wan pêwîstî bi agahiyên zêdetir heye ji bo naskirina wî.

Doza Eşwaq Hajî ya 19 salî bû çîroka vê hefteyê ya medya, piştî wê ji rojnameya Basnews re gotibû ew vegeriya Îraqê ji ber tirsa ku endamê Daiş li Almanya ziyanê bigihîne wê.

Hin raportên medyayî yên biyanî got desthilatdarên Almanî ne amade bûn tiştekî li dor idîayên jina Êzdî bikin.

Peyvdarê dozgerên fedralî Frauke Koehler ji ajansa Associated Press re got:

“Hevdîtin bi jina gênc re bû, lê agahiyên wê dayî ne bes bûn.”

Koehler got dema desthilatdaran xwest rewşê bişopînin, Eqwaq ji Almanya çû bû.

XS
SM
MD
LG