Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sêrokwezîrê Almanya Scholz Pêşwazîya Banga Ocalan Dike


Sêrokwezîrê Almanya Olaf Scholz
Sêrokwezîrê Almanya Olaf Scholz

Sêrokwezîrê Almanya Olaf Scholz, ku erka wî dawî dibe, piştgirî da banga Abdullah Ocalan ya danîna çekan û hilweşandina PKK'ê kir.

Di daxûyanîya Scholz de ku ji hêla berdevîkê hikûmetê Steffen Hebestreit ve hat gotin ku “PKK li Almanya rêxistineke terorîst ya qedexekirî ye û di têkoşîna xwe de gelek qurbanî çêbûne.

"Sêrokwezîr Scholz dibêje ku ev bang derfetê dide ku dawî li vê siyaseta tundîyê were û di pirsgirêka Kurd de pêşketinek aştiyane ya mayînde pêk were," di daxûyanîyê de hat gotin.

Wezareta derve ya Almanya jî di daxûyanîyekê cûda de, banga Ocalan wek “derfeteke dîrokî” bi nav kir.

"Dawîkirina tundîyê gava yekê ya girîng e, lê jibo çareserîya guncaw ya jibo gelên Tirkîyê gavên din hewce ne. Rêzgirtin û peydakirina mafên çandî û demokratîk yên Kurdên li Tirkîyê û herwiha garantîkirina wan jî di nava wan gavan de," wezaretê got.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG