Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Amerîkî Gershkovich Biryara Dirêjkirina Girtina Li Rûsyayê Red Dike


 Nûçegihanê Amerîkî Evan Gershkovich
Nûçegihanê Amerîkî Evan Gershkovich

Li gorî belgeyên ku ji aliyê dadgeha Moskoyê ve hatine weşandin, nûçegihanê Amerîkî Evan Gershkovich biryara dadgeha Rûsyayê ya dirêjkirina girtina wî bo 3 mehên din red kir.

Gershkovich di meha Adarê de di dema gera romalkirinê ya Uralê de hat binçavkirin û bi sîxuriyê hat tawanbarkirin, tawanên ku ew û hukûmeta Amerîkî û rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ku ew lê kar dike, bi tundî red dikin.

Girtina wî ya berî dadgehkirinê di 30ê Tebaxê de bi dawî bû, lê dadwer roja Pêncşemê biryar da ku ew ê heya 30ê Mijdarê were dirêjkirin, biryareke ku ji hêla WSJ û wezareta derve ya Amerîkayê ve hate rexnekirin.

Malpera Dadgeha Bajarê Moskoyê nîşan da ku berevaniya Gershkovich daxwaza pêdaçûnê li dirêjkirina sê mehên din kir.

Gershkovich, berevajî gelek nûçegihanên rojavayî, di dema êrîşa Moskoyê ya li Ukraynayê de ji Rûsyayê raport berdewam kirin.

Ev cara yekê ye ji serdema Sovyetê ve ku rojnamevanekî rojavayî bi tawana sîxuriyê li Rûsyayê tê girtin.

Ji destpêka êrîşên berfireh li dijî Ukraynayê sala borî, Rûsyayê dayîna rêdanên karê rojnamegeriyê ji bo rojnamevanên rojavayî dijwartir kir.

Di van salên dawî de li Rûsyayê cezayên giran li gelek welatiyên Amerîkî hatin birîn. Washington Moskow tawanbar dike ku wan wek kartên danûstendinê bikar tîne ji bo azadkirina Rûsiyên ku li Amerîkayê girtî ne.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG