Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li gor Pirsnameyeke Dawî Dengên AKP Kêmtir Bûne


Navendeke dengdanê li Entabê
Navendeke dengdanê li Entabê

Ajansa Reuters radigihîne ku li gir pirsnameyeke Şîrketa Gezici, piştgirîya bo partîya desthilatdar li Tirkîyê, AKP li gor hilbijartinên Hezîranê 1.6 ji sedê kêmtir bûye.

Reuters bi bîr tîne ku dengê AKP di Hezîranê de 40.8 bû û li gor pirsnameyê niha hatiye xwarê û bûye % 39.3 û hêvîya pêkanîne hikûmeteke bi têna xwe jî lawaztir dibe.

Anketa ku bi 5,000 kesan re, di 12 û 13ê Îlonê de hate kirin, nîşan dide ku zêdebûna herî mezin di dengên CHP de tê dîtin û ew partî ji 25 ji sedê ya Hezîranê giheştiye % 28.1

Di heman pirsnameyê de dengê MHP ya neteweperwer jî pir hindik zêde bûye û ji 16.3 giheştiye 16.8

Partîya Kurdan HDP jî dengên xwe pirtir kirine û ji 13.1 ya hilbijartinên Hezîranê de gîhandiye 13.5 ji sedê û bi hêsanî li ser %10 bendava netewî ya hilbijartinê ye.

XS
SM
MD
LG