Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ghebreyesus: Pandemîya Vîrusa Korona Dê ji Du Salan Kêmtir Bidome


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ew li bendê ne ku pandemîya vîrusa korona ji du salan kêmtir bidome.

Ghebreyesus da zanîn ku li gor demên grîpa Îspanyol ya 1918’an her çiqas nêzbûn, globalbûn û peywendî bandorên neyênî çêdikin jî, ew avantajên teknolojîya pêşketî jî bikar tînin.

Wî got ku ewê hemî jêderan bi awayê herî baş bikar bînin, perpûna vîrusa korona bibînin û şewba vîrusa korona ji grîpa Îspanyol zûtir têk bibin.

Li gor hin jêderan, grîpa Îspanyol di du salan de bi qasî 50 mîlyon kes kuştine.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku jiber vîrusa korona heta niha bi qasî 800,000 kes jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG