Berpirsekî Afghanistanê dibêje Talîbanê di êrîşekê de li ser xaleke vekolînê, herî kêm 14 endamên mîlîtanên alîgirên hikûmetê li parêzgeha Ghor kuştin .
Abdul Hai Khateby, peyvdarê hakimê parêzgehê got 7 mîlîtanên din jî birîndar bûn di êrîşa roja Înê de, ku du kes ji wan di rewşeke tenduristî ya metirsîdar de ne.
Khateby got hêzên hikûmetê gurûpa Talîbanê vegerand û ziyan gihande wê, bê ku ti jimaran ragihîne.
Tevgera Talîbanê, ku derdora nîvê Afghanistanê kontrol dike, bi awakî rojane êrîşan dijî hêzên ewlekariya Afghanistanê û armancên hikûmetê pêktîne.
Amerîka di van mehên dawî de jimarek gerên axaftinan li gel Talîbanê lidar xistin bi armanca dawîanîna şerê welêt ê derdora 18 salan.