Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UN:Artêşa Sûryê 85 Sivîl li Ghûta Rojhilat Kûştin E


Komîserê bilind yê Mafên Mirov li Netewên Yekgirtî Zeyd Raad el-Huseyîn roja Çarşemê da zanîn ku, ji encama êrîşên esmanî û bomebarana ser Ghûta Rojhilat ya dorpêçkirî ji aliyê artêşa Sûrî ve ji Kanuna bûrî heta nihe 85 kesên sivîl hatine kuştin.

Zeyd Raad el-Huseyîn, derbarê rewşa êrîşên ser herêma "Ghûta Rojhilat" daxûyaniyek weşand û got"li Ghûta Rojhilat, dorpêça tûnd dibe sedema malwêraniyê, jiber ku, herêma rûniştvanan bi şev û roj rastî êrîşên erd û esman tê, kesên sivîl neçarin lijêr erd di koncan de xwe vedişêrin".

Ji aliyê xwe ve Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyê "SOHR", roja Çarşmê ragihand ku, di 13 rojên bûrî de ji sedema êrîşên leşkerê Sûriyê bo ser gundewarên herêma Ghûta Rojhilat, 31 kesên sivîl hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG