Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gergerlîoglu Hişyarî Dide ku li Girtîgehên Tirkîye Mirinên ji Korona Zêde Dibin


Girtîgeha Wanê

Hefteya borî di hin nûçeyan de hat ragihandin ku li girtîgeha Bafra ya li bajarê Samsunê û li girtîgeha Şakrana li Îzmirê 2 girtî jiber nexweşîya Covid 19 mirine.

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu cara pêşî mirina her du girtîyan anî rojeva parlamentoyê.

Omer Faruk Gergerlîoglu
Omer Faruk Gergerlîoglu

Gergerlioglu got ku wî jiber xetera belavbuna vîrusê û mirina girtîyan ew mijar anîye rojevê, di derheqa wî de lêpirsîn hatiye destpê kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul îro Duşemê ragihand ku heta niha li girtîgehan 3 girtî di encama nexweşîya Covîd 19 mirine û 17 girtîyan de, 14 dadger û dozgerek de jî ev nexweşî hatiye dîtin.

Gergerlîoglu dide zanîn ku kapasîteya girtîgehên Tirkîye 190 hezar in lê niha 300 hezar girtî hene.

"Bi qanûna nû dixwazin 90 hezar girtîyan berdin. Rewşa girtîgehan xirab e û bi vê hejmarê jî nikarin rewşa girtîgehan baştir bikin. Di ruhê pêşnîyarqanûna ku niha li parlamanê tê dîtin de nefret û tolhilderî heye. “

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

XS
SM
MD
LG