Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erbaş: Erdogan Dixwaze bi Êrîşên li Ser HDP'ê Xwe Bihêz Bike


Hevserokên HDPê di Meclisa Enqerê de

Di rojeva Tirkiyê de girtin HDP’ê û fezlekeyên ku li ser parlamenterên HDP'ê de hatine amadekirin cîyê herî girîng digrin.

Serokê MHP Dewlet Bahçelî di her aqaftina xwe de daxwaza girtina HDP’ê dike. Lê di alîyê din de jî AKP naxwaze ku navê wî wek partiyeke ku "partîyan bigre" derkeve.

Li gorî rayedarên HDP'ê jî him partîya desthilat AKP û him jî şîrîkê wî MHP dixwazin ku bi êrîşên ser HDP’ê dengê Îtifaqa Gel bilind bikin.

Endamê Desteya Birêvebirina Merkezî (MYK) ya HDP Dogan Erbaş
Endamê Desteya Birêvebirina Merkezî (MYK) ya HDP Dogan Erbaş

Endamê Desteya Birêvebirina Merkezî (MYK) ya HDP Dogan Erbaş, di vî warî de gava armanca AKP'ê û MHP’ê dinîrxîne vê yekê wiha radigîhîne:

"Armanca wan ya esasî girtina partîya me nîne. Şîrikê biçûk Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî her roj behsa girtina HDP’ê dike. Ji xwe hiqûk binpêkirine, heke bixwazin dikarin bigrin, lê çima nagrin? Armanca wan ewe ku bi êrîşên ser HDP'ê dengên xwe biparêzin û xwe mezin bikin."

Bi ya Erbaş, desthitaîya Tirkiyê ana gelek di nav tengasîyeke de ye. Erbaş vê tengasîbûnîya wan jî bi sê xalan pênase dike:

"Desthilatîya Tirkiyê ana gelek di nav tengasîyeke de ye. Hêleke ji Yektîya Ewrûpa durketine dixwazin dîsa xwe di wî alî de bisipêrin. Dîsa têkilîyê wan ana li gel Amerîkayê xireb e, ew dixwazin baş bikin û di hêla din de aborîya Tirkiyê gelek xirab bûye, lê nizanin çawa serastî bikin."

Li Tirkiyê berî HDP’ê gelek partîyên Kurdan dîsa hatibû girtin. Ji bo girtina HDP'ê jî Dogan Erbaş nêrînê xwe wiha tîne ziman:

"Ew partîya me bigrin jî negrin jî xebatê me wê bidome. Heta niha gelek partîyê me hatin girtin, lê em ne paşta çûn û ne jî têkçûn, bêtir mezintir bûn."

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00

XS
SM
MD
LG