Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rojeva Washingtonê de Îhtîmala Daxistina Hikûmetê û Împîçkirina Biden Cîhên Girîng Digirin


Nîqaşên ser daxistina hikûmeta federal ya Amerîka di 30’yê Îlonê de wek mijareke girîng di rojeva sîyaseta Amerîka de didome jiber ku qanûndanarên Demokrat û Komarî heta niha ser budceyê li hev nekirîye.

Daxistina hikûmeta federal ku hin Komarî yên tundre, tevî serokê berê Donald Trump piştgirîyê dikin, dikare yek ji pêşîtîyên wan yên din hêdî û lawaz bike: Lêpirsîna împîçkirina Serokê Demokrat Joe Biden ku vê dawîyê hatibû ragihandin.

Serokê Civata Nûneran ya Komarî Kevin McCarthy di 12’ê Îlonê de pêyvojaya împîçkirina serok Biden dîyar kir ku darizandina yekê di 28’ê Îlonê de anku tenê du roj berîya îhtîmala daxistina hikûmetêm pêk were.

Lê, şîrovekar dibêjin ku pêkan e ku McCarthy di Tebaxê de ser vê kêşeya bo Komarîyan hişyarî dabû, dema ku wî hewl dida ku civata xwe razî bike ku lêpirsîna împîçkirina Biden wê demê nede destpê kirin.

"Heke em bigirin rawestînin, tevahîya karên hikûmet wê rawest e, lêpirsîn û her tiştê din," McCarthy ji Fox News re gotibû.

Bendewarî ew e ku piranîya karmendên Kongresê li ser kar bimînin ger piştî 30’ê Îlonê hikûmet bi beşkî were girtin, jiber ku tenê Kongres mafdar e ku bo fînansekirin û jinûve vekirina hikûmetê qanûnan derxîne.

Lê, hin qanûndanerên Amerîkî bal dikşînin ku dibe ku Qesira Sipî xebata piranîya wan karmendan bide rawestandin û wan bişîne malê da ku ser Kongresê givaştinê zêde bike ku budce were pejirandin.

Qesira Sipî heya niha ser van şîroveyên qanûndaneran ti daxuyanî nedaye. Di girtina 2018-2019’an de, Qesira Sipî 1.100 ji 1.800 karmendên li Ofîsa Rêvebir ya Seroktîyê şandibûn malê.

Komarîyên li Kongresê îdia dikin ku Serok Biden ji karê kurê xwe sûdê werdigire, lê wan heya niha ser vê yekê ti delîl nîşan nedaye.

Qesira Sipî dibêje ku Serok Biden ti tiştekî xelet nekirîye û bo lêpirsînê Komarîyan ti bingeh tuneye.

Komarîyên li Civata Nûneran dibêjin ku ewê li tomarên kesane û karsazîyê yên Hunter Biden û James Biden, birayê serok, bigerin û ji hin karbidestan şahidîyê daxwaz bikin.

"Hikûmet daxistî be yan na, emê xebata xwe bidomînin, yan bi serê xwe be, yan jî bi komîteyeke tevahî," endamê Komarî yê Komîteya Dadwerî ya Civata Civata Nûneran, Troy Nehls got.

Lê, hin qanûndanerên Komarî jî bal dikşînin ku ew bawer dikin daxistina hîkûmeta federal dikare lêpirsînê hêdî bike.

Endamê Komîteya Dadwerî û serokê berê yê Civata Nûneran, Darrell Issa rexne li rêvebirîya Biden dike ku îhtîmala daxistina hikûmetê bi kar tine.

"Rêvebirî wê qet bersîva ti pirsekê nede û daxiatina hikûmetê wek bahane bi kar bîne ku bibêje kesên ku wê bersîv bidana, jiber daxistina hikûmetê ji malê re hatine şandin.”

Amerîkî jî bi meraq û xembarî nîqaşên pejirandina budceya federal dişopînin ku dikare bibe yek ji daxistina herî mezin ya hikûmetê ya di dîroka Amerîka de.

Ger heya 30’ê Îlonê qanûndanerên Komarî û Demokrat negihejin peymanekê, di 1’ê Cotmehê de wê ti desthilatdarîya hikûmeta Serok Biden nemîne û wê nezî tevahîya kar û xizmetên hikûmetê bisekinin.

Karbidestên sendîka û pispor texmîn dikin jiber vê rawestinê bi qasî 4 mîlyon karker bandor bin ku nêzîkê nîvê wan leşker û karmendên din yên leşkerîya Amerîka ne.

Li gor Federasyona Karmendên Hikûmetê ya Amerîkî, hema hema heftane 5 mîlyar dolar mûçeyên karkerên sivîl tenê dikare dij aborîyê bîmîne.

Wê ji piranîya karmendên hukûmetê re were gotin ku bêyî mûçe kar bikin, "ji bilî" yên mîna medya, feza, elektrîk, girtîgehên federal û ewlehîya firokxaneyan ku wek karmendên bingehîn yên pêşeng têne hesibandin.

Di heman demê de wê peymankaran jî bondor bin, tevî xebatkarên bi seatan dixebitin.

Parkên netewî pêkan e ku werin girtin, berhevkirina gilêş (çop), paqijkirin û gelek xizmetin din yên rojana bisekinin.

Hin ofîsên pasaportê, ku li hindurê avahîyên federal in, jî dikarin werin girtin.

Li gor Qesira Sipî, daxistin dikare testên klînîkî yên nû bo penceşêrê û lêkolînên din dereng bixe, yên ser xwarin û jîngehê rawestîne, û herwiha programên alîkarîya felaketan bixe xeterîyê.

Wezîrê Veguhestinê Pete Buttigieg roja Çarşemê ragihand ku daxistin hikûmeta federal wê kêmbûna kontrolkerên trafîka esmanî ya welat hîn xirabtir bike.

Di dema daxistina hikûmetê de bidceya Posta, Medicare, Medicaid û Ewlekarîya Civakî bandor nebin.

Lê, pispor dibêjin ku jiver xebata van sazîyan, gelek karmendên federal wê neçar bibin ku bêyî mûçe bixebitin.

Herwiha, qanûndanerên li Kongresê wê bi domdarî mûçeyên xwe yên salane, ku 174 hezar dolar e, bistînin.

Serokê Civata Nûneran Kevin McCarthy roja Çarşemê geşbînîya xwe ragihand ku di navbera Komarî û Demokratan de peymanake lihevkirinê pêk were.

"Hîn 30’ê Îlonê nehatiye û ti tişt dawî nebûye. Emê xebatên xwe bidomînin ku bigehijin lihevkirinekê ," McCarthy got.

XS
SM
MD
LG