Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan: Bang li Îradeya Sîyasî Dikim ku Girtîyên Nexweş Bilez Berdin


Malbat û xizmên girtîyên nexweş li ber Sazîya Tiba Dadwerîyê ya Stenbolê tevî rêvebirên sazî û komeleyên mafê mirovan daxwaza azadkirina girtîyên nexweş kirin.

Di çalakîya roja Pêncşemê de, bi taybet hate xwestin ku girtîyê nexweş Cemîl Îvrendî were azad kirin.

Îvrendî ji 21 salên vir ve li girtîgehên Tirkîyê dimîne û bi raportên pizîşkî jî dîyar bûye ku ew nikare bi tenê jîyana xwe bidomîne.

Di daxuyanîya Komela Mafên Mirovan (IHD), Komela Hevkarîyê ya Xizmên Girtîyan (TUAD) û Komeleya Parêzerên Azadîxwaz (OHD) de hate gotin, “Êdî Cemil Îvrendî jiber giranbûna nexweşîyê nikare di şertên girtigehê de bijî. Divê bilez were berdan û li nexweşxaneyeke baş were dermankirin.”

Seroka IHD’ê ya Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak bal kişand ser ku Sazîya Tiba Dadwerîyê jiber ku ne li gor zanistê, lê bi alîgirîya sîyasî tevdigere qanûnan binpê dike û divê destê xwe ji ser girtîyên nexweş bikişîne.

Parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan jî babeta girtîyên nexweş wekî pirseke girîng û xaleke pêvajoya aştîyê nirxand.

“Her çiqas em tim wek xaleke pêvajoya aştîyê jibo azadkirina wan daxwazê li hikûmetê û wezareta dadê dikin jî îradeya sîyasî anku hikûmeta AKP’ê gavên pêwîst navêje.”

Buldan got, “Ez dubare bang li hikûmetê û Sazîya Tiba Dadî dikim. Ev meseleyeke ehlaqî, wijdanî û mirovî ye. Lewra ji bilî daxwazên malbatan divê daxwazên me sîyasîyan jî li ber çavan bigirin û vê meseleyê bilez çareser bikin.”

ST_5_21_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG