Li Tirkîyê piştî axaftinên ser îhtîmala efûyekê, pirsgirêka girtîyên nexweş zêdetir di rojeva welêt de cîh digire.
Hin ji van girtîyên nexweş wek nesaxîyên şekir, nexweşîya dil û nexweşîyên penceşêrê re rû bi rû ne.
Li 386 girtîgehên Tirkîyê herî kêm 1154 girtîyên nexweş hene û rewşa 402 ji wan pir giran e. Ew girtî tevî raporên nexweşxanê, nayên berdan.
Komela Mafên Mirovan (IHD) ragihand ku di 17 salên dawî de 3 hezar 500 girtîyên nexweş jîyana xwe ji dest dane.
Endama Komîteya Reveberîya Navendî ya IHD’ê Nuray Çevîrmen IHD bal dikşîne ku hêjmara girtîyên nexweş, bi girtin û binçavkirinan zêde dibe.
“Sazîya Tiba Edlî (ATK) biryara herî dawî jibo girtîyên nexweş dide. Lê, em dixwazin ku hemû nexweşxaneyên dewletê bikarin vê biryarê bidin. Li girtîgehan gelek girtî rapora “Nikarin li zindanê de bimînin” hene."
Çevîrmen bang li hikûmeta Tirkîyê dike ku girtîyên nexweş bo dermankirinê berde ku li ew girtîgehan nemirin.