Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy jibo Danûstandinên Ser Endamtîya YE Serdana Lîtvanya Kir


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê jibo danûstandinên ser endamtîya Kîevê ya li NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) serdana Lîtvanya kir.

Zelenskyy serdana xwe ji X’ê ragihand û dîyar kir ku ewê di rojên pêş de serdana Letonya û Estonya jî bike.

Her sê dewletên Baltikê endamên NATO û YE ne.

‘’Ewlekarî, entegrasyona li NATO û YE, hevkarîya jibo şerê elektronîk û dron anan, û zêdetir piştgirîya Ewrupa di rojeva me de ye’’ Zelenskyy got.

Wî dîyar kir ku ewê bi Serokomarê Lîtvanya Gitanas Nauseda bicive û li pêş gel jî axaftinekê bike.

Vilnius yek ji hevbendên pêş yên Ukrayna ye û Zelenskyy bi awayekî surprîz serdana wir kir.

Şerê Rûsya û Ukrayna nêzî sala xwe ya duduyan dibe û Kîev ser gumana dirêjbûna şer bang li hevbendên Rojavayî dike ku zêdetir piştgirîya leşkerî û diravî bidin.

Ofîsa Nauseda dîyar kir ku ewê her du rêber ser piştgirîya jibo Ukrayna û endamtîya Kîevê ya li YE û NATO danûstandinê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG