Însîyatîfa Gerdûnî ya Dijî Tawankarîya Rêxistinkirî (GI-TOC) raporta xwe ya bi nave Îndeksa Tawanên Rêxistinkirî ya Gerdûnî eşkere kir ku rewşa 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî bi warên pênasekirî dinirxîne.
Rexistin bo lêkolînê pêzanînên û weşanên ser tawanên rêxistinkirî berhev dike û pispor û komên herêmî rastîya wan kontrol dikin. Piştre naverok û rêza welatan bi puandayînê dîyar dibe.
1 puana herî kêm û 10 jî puana herî bilind e. Puanên bilind ya welatekî rêjeya bilind ya tawanên rêxistinkirî nîşan dide.
GI-TOC her du salan care Îndexa Tawanên Rêxistinkirî ya Gerdûnî pêşkeş dike ku cara yekê di 2021’an de weşandibû.
Li gor di Îndeksa GI-TOC di qada tawanên rêxistinkirî de, Tirkîye bi 7.3 puanî di nava 193 welatan de, di rêza 14’an de ye.
Myanmar bi 8.15 puanan di rêza yekê ya Îndexa Tawanên Yêxistinkirî ya Cîhanê de ye. Piştre Kolombîya û Meksîka tê.
Îran bi heman puanê ya Tirkîyê re di rêza 14’an de ye. Rûsya bi 6.87 puanan di rêza 19’an de ye.
Di sala 2021’an de, puanê Tirkîye ya tawanên rêxistinkirî 6.89 bû ku îndeksa îsal di du salên dawî de xirabûna rewşê nîşan dide.
Îndeks dîyar dike ku Tirkîye di nava welatên Ewrupî de jî di warê tawanên rêxistinkirî de di rêza yekê de ye.
Îtalya jî di nava welatên Yekîtîya Ewrupa de herî zêde puana tawanên rêxistinkirî wergirt.
GI-TOC bilî puandayînê, di astên cûrbecûr yên tawanên rêxistinkirî û ser kanîna 193 welatan ya di warê berxwedêrîya hember gefên rêxistinkirî li gor 3 hêmanên bingehîn jî lêkolînê dike.
• Berfirehî, pîvan û bandora 15 bazarên tawankarîyê (wek qaçaxçîtî, tawanên darayî, bazirganîya narkotîkê)
• Avakirin û bandora pênc cûreyên aktorên tawankar (wek komên mafyayî, aktorên girêdayên dewletê)
• Hebûn û kanîna welatan ya hember tawnaên rêxistinkirî ku li gor 12 hemanan berxwedêrîya wan têne pîvandin (wek rêbertîya siyasî, yekgirtîbûna axê, kanîna rêkûpêkkirina aborî)
Di raportê li gor van hemanan çend xalên girîng ku di derbarê Tirkîyê de derdikevin pêş wiha ne:
Cîhê Tirkîyê ya di navbera Asya, Rojhilata Navîn û Ewrupa de, li gel sînorên wê yên dirêj, wê dike welatê serekî yê derbazbûn ûarmanca bazirganî û qaçaxçîtiya mirovan.
Li Tirkîyê qaçaxçîtiya mirovan her her diçe belav dibe bi taybetî jî bi awayê îstîsmara zayendî û karê bi darê zorê ku bi piranî li herêmên turîstîk, bajarên metropol û bajarên ser sînor pêk tê.
Jiber ku Tirkîye mazûvanîya jimareke mezin ya penaberan didomîne, qaçaxçî zexta ser jin û zarokan ya bo îstîsmarkirina zayendî bên firotin, sûdê ji bêparastina wan digirin.
Hevdem, zewaca bi zorê ya keçên ciwan yên bi merasîmên olî yên nefermî wek mekanîzmayeke aborî zêde bûye.
Torên qaçaxçîtîya bêşên laş jî civakên xizan,bi taybey penaberên ku bi zehmetiyên darayî re rûbirû ne, feydayê didirin.
Ji bilî torên tawankarîyê, aktorên di nav dewletê jî di qaçaxçiya qaçaxçîtîya de cih digirin yan jî hêsan dikin.
GI-TOC herwiha bale dikşîne ku qaçaxçîtiya sotemenîyê yek ji çavkanîyên herî kêrhatî yên dahata komên tawanên rêxistinkirî ye, ku ji daxwaza erzantirbûna petrolê û destxistina dahata bacê bi taybet qaçaxçîtiya petrola ji Sûrîye, Îraq û Îranê sûdê werdigirin.
Di piranîya bûyerên destdayînê de, kes yan jî toren tawankirî yên piçûk hene, ku bi taybet li bajarên mezin yên Tirkîyê dixebitin, bi karanîna çekên diqanûnî karsazî yan kesan dikin armanc da ku dirav bistînin.
GI-TOC dibêje ku torên tawanên ku ji hêla komên koçber ve hatine avakirin jî di vê bazarê de cih digirin.
Rexistin herwiha dide zanîn ku Tirkîye jiber cîhê xwe yê erdnîgarî bo bazirganîya eroînê û çekan welatekî çavkanî,veguhestin û armanc e.
Hin torên tawankar hene ku çekan difroşin Îraq, Sûrîyê, Îranê û seranserî cîhanê.
Hevpeymanîyeke pir xûrt ya qaçaxçîtîya çekan heye ku dijqanûnî kar dike da ku çekên pêşkefî peyda bike.
Kesên girêdayê dewletê û herwıha aktorên sektora taybet- tê zanîn ku têkilîyên wan yên nêz bi hikûmetê re hene- tê bawerkirinn ku di şandina çekanan yên bo komên şerker li Sûrîye û Lîbya de, cîh digirin.
Loma, tê îdiakirin ku bazirganîya çekan bo armancên siyasî yên derve yên dewleta Tirk amûrek e.
Herwiha gelek rapor jî rola Tirkîyê ya di bazirganiya neqanûnî ya çekan de ya ji ser Bulgaristanê bo bazarên Ewrupa eşkere dikin.
Bazirganîya kelûpelên sexte, bi taybet tekstîl, tiştên luks, kozmetîk, derman û tiştên elektronîk li Tirkîyê gelemperî ye, û hilberîna sexta bi hêsanî ji ser platformên onlaynî û neonlaynî têne firotin.
Li Tirkîyê xirabkirina jîngehê bi şêwazên herî giran didome; , li heremên beravê şewitandina bi qestî ya daristanan bi rêkûpêk berdewam e ku rê li ber bazirganîyê vedike.
Herwiha Tirkîye her diçe wekî navendeke qaçaxçîtiya darên qaçax yên ku ji herêmên curbecur yên cîhanê tê dîtin.
Her çend di derbarê van çalakiyên neqanûnî de daneyên têr tune bin jî, nîşan hene ku Tirkîye niha jbo bazirganîya dara tîqê ya ji Myanmarê wek xala derbazbûnê ye, da ku Myanmar ji toleyên Amerîka û YE xwe xilas bibe.
Tawanên darayî, bi taybet jî sextekarîya aborî, destdayîna ser dravê, bacdayîna sexte, li Tirkîyê pir zêde ne, ku li gor pêşketina teknolojî û amûrên darayî rêbaz têne guhertin.
Hevdem, gendelî û desteserkirina diravê dewletê ya bi hevkarîya karbidestên gendel, burokrat û aktorên sektora taybet yên ku nêzî hikûmetê ne jî, li welat tê ragihandin.
Hejayê gotinê ye ku karbidestên hikûmeta Tirkîyê heya niha ser raporta Însîyatîfa Gerdûnî ya Dijî Tawankarîya Rêxistinkirî (GI-TOC) ti daxuyanî nedane.