Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Bang li Gel Dike ku ji Malên Xwe Dernekevin


Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Îtalya di 24 saetên dawî de 97 kes kuştin.

Bi vî awayî li Îtalya hejmara kesên jiber Covid-19 jîyana xwe ji dest dane rabû 463’yan.

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte bang li gel kir ku ji malên xwe dernekevin.

Giuseppe da zanîn ku xêncî kar û rewşên demûdest derketine derve hatiye sînordarkirin.

Jiber Covid-19 maçên futbolê û yarîyên din yên sporê heta 3’ê Nîsanê hatin rawestandin.

Îtalya bi mirinên dawî yên jiber Covid-19 re li dû Çînê tê û li dû wê jî Îran di rêzê de ye.

Covid-19 li Çînê 3120 û li Îranê jî 237 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG