Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derhêner Kazim Oz: Festîvala Global ya Fîlmên Kurdî Sînoran Derbaz Kir


Festîvala Global ya Fîlmên Kurdî bi 100 fîlman derkete pêş temaşevanan.

Festîvala îsal ku cara 12’ê tê lidarxistin, di 16ê Mîsanê de dest pê kir û heta 27ê mehê, bi awayê onlaynî didome.

Di vê festîvalê de mijara sereke bi “Kurdistana Min” hatîye bi nav kirin. Taybetîyeke vê festîvalê jî ew e ku herkes dikare fîlman bêpere temaşe bike.

Derhêner Kazim Oz vê festîvalê hem ji bo temaşevanan û hem jî jibo derhêneran wek derfeteke gelek girîng dibine.

“Jiber koronayê ev festîval onlayn e û bê pere ye. Jibo ku li her derê dinê, ji Amerîkayê heta Çînê, Ji Ewrupa heta Afrîqa her kes dikare temaşe bike û ev jî pir girîng e.”

Oz bal kişand ku got di festîvalê de 100 fîlm derdikevin pêşberî temaşevanan.

“Li çar perçeyên Kurdistanê Kurd dikarin bi zaraveya xwe van fîlman temaşe bikin. Ev yek jî jibo Kurdan sînoran radike.”

Festîvala Global ya Filmên Kurdî di sala 2001an dgle ji alîyê komeke sînemevanên dilxwaz hatibû damezirandin û heta niha ji Tirkîye, Îran, Îraq û Surîyê gelek fîlmên Kurdî nîşan dane.

Oz di zanîn ku sînemehaz dikanin ji malperê https://www.globalkurdishfilmfestival.com fîlman temaşe bikin.

ED_20_04_2021_Kazim_Oz_Festîval
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00

XS
SM
MD
LG