Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Gola Wanê Keştîya Penaberan Binav Bû: 7 Mirî , 64 Birîndar


Li rohjelata Tirkiye, li ser Gola Wanê keştîyek binav bû, 7 kes mirin, 64 kes hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyanîya Walîtîya Bedlîsê, di keştîyê de penaberên ku ji Pakîstan, Bengladeş, Efxanîstanê revîyane hebûne.

Şeva Çarşemê di navbera saet 02.00-03.00yî de dema keştî ber bi qeraxê navça Adilcewazê diçe, diqulipe û binav dibe.

Walîtîya Bedlîsê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir:

" Meytê 5 penaberan li dora ciyê qezayê hat dîtin. Li Nexweşxaneya Adilcewazê jî 2 birîndar jîyana xwe jidest dan. 64 kes kesên ku hatin rizgarkirin, rakirin nexweşxaneyên li navçeyên Adilcewaz, Exlat û Tetwanê"

Li gola Wanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didome. Jiibo ronîkirin berpirsên bûyerê eşkere bibe, lêpirsîneke edlî û îdarî jî hatîye destpêkirin.

XS
SM
MD
LG