Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Gallant ji 'Dost û Dijminan' re Dibêje Ewê Li Gaza Bigêhîjin Armancên Şer


Yoav Gallant, Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê
Yoav Gallant, Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Yoav Gallant îro Pêncşemê dîyar kir ku divê dost û dijminên wan bizanibin ku jibo bidestxistina armancên xwe yên şer li Kerta Gaza wê çi pêwîst be, bikin.

"Ez berê xwe didim dijminên Îsraîlê û herwiha dostên xwe yên herî baş û dibêjim - Dewleta Îsraîl nayê bindest kirin. Emê bi hêzdarî bisekinin, emê bigêhejin armancên xwe - emê li Hemasê bixin, emê li Hizbullahê bixin û emê ewlehîyê pêk bînin," Gallant got.

Yoav Gallant ev daxuyanî da, di merasîmeke jibo bîranîna kuştîyên şer yên Îsraîlê de, ku wek bersîveke ser zextên Amerîka jibo rawestanîna operasyona Refahê, tê dîtin.

Her dawî, Serokê Amerîka Joe Biden gotibû ku wê şandina çekan ji Îsraîlê re, bide sekinandin; ger artêşa Îsraîlê derbazî Refahê, bajarê başûrê gaza bibe, ku niha zêdetirî 1.2 mîlyon Filîstînî jiber şerê berdewam revîyane, li wir dimînin.

Li gor şîrovekaran, ev gotara wezîr Gallant, asta nakokîya tund ya di navbera rêvebirîya Biden û hikûmeta şer ya Îsraîlê de destnîşan dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî, gotareke xwe ya bo Roja Bîranîna Holokastê, li ser X’ê jinûve parve kir.

"Ez ji rêberên cîhanê re dibêjim, ti zext, her çiqas giran be jî, ti biryareke saziyên navneteweyî, wê nikaribe ku Îsraîlê ji parastina xwe dûr bixe. Ger Îsraîl neçar bimîne ku bi tenê serê xwe bimîne, wê wiha bike," Netenyahu got.

Sky News ya Brîtanî ji zarê jêderekî nêzî Netanyahu got ku daxuyanîya Biden ya ser çekan de egera peymaneke di navbera Îsraîl û Hamasê de, têk biriye.

Tankên Îsraîlî di destpêka vê hefteyê de kontrola alîyê Filistînê yê derîyê sînorî yê Refahê ya bi Misrê re girtin û niha li derdora bajarê Rafahê lêkolînê dikin.

Li bakur, hêzên Îsraîlî ji dema destpêkirina şerê li Gaza di 7’ê Cotmeha borî de, li ser sînorê Lubnanê bi hêzên Hîzbullahê yên ku Îran piştgirîya wê dike, pevguhertinan guleyan dikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG