Kampanya Google ya navdar ragîhand ku zimanê Kurdî bi awayekî fermî ket nav lîsta zimanên wê jibo bikaranîna wergerandinê di bernama Google Translate de.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi zimannas Husein Muhammed re kir, da ku zaneyariyên zêdetir li ser vê gava girîng wergire û hûrbîniyên bikaranîna wê bizane.
"Ev gaveke gelekî girîng e ji zimanê Kurdî re, bi vê gavê wê gelek guhertin di şêweya bikaranîna zimanê Kurdî û belavkirina wê bê kirin," Muhammed got.
Ew herwiha li ser teknîka pêşxistina zimanê Kurdî di Google de axivî û got ku herkes dikare pêşniyarên xwe bişîne Google û şaştiyan serast bike û gotin û hevokan jî li wê zêde bike.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke: