Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Google Qedexeya bo Reklamên Sîyasî bi Dawî Dike


Google, reklamên sîyasî yên piştî êrîşa li ser Kongresê rawestandibûn, ji 24’ê Sibatê pê ve jinûve dide destpê kirin.

Alîgirên Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di 6’ê Rêbendanê de êrîş biribin ser Kongresê û hewil dabûn ku rûniştina ser pejirandina serketina Serokê Demokrat Joe Biden rawestînin.

Îstixbarata Amerîkî berî merasîma sondê ya Biden ya di 20’ê Rêbendanê ser bûyerên tundûtûjîyê hişyarî kiribû û li Washington ya paytext û li derdora wê tedbîrên berfireh hatibûn ragihandin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê berdevikekî Googel ragihand ku ew platform dê ser reklamên bon peyvajoya demokratîk û hilbijartinan baldarîya xwe bidomîne.

Ew biryara Google ya ser reklaman berê ji alîyê malpera nûçeyan Axios ve hat ragihandin.

Facebookê piştî hilbijartinên 3’yê Mijdarê reklamên sîyasî rawestandibûn û hîn ne dîyar e ku ewê kengî qedexeya dijî wan reklaman bi dawî bike.

XS
SM
MD
LG