Berpirsekî Hêzên Sûriya Demokrat roja Pêncşemê ji Dêrezor da zanîn ku goristanek komî hatîye dîtin bi dehan term tê de hatine dîtin, tê texmînkirin ku qurbaniyên wê gorê kesên Êzîd bin yên ku di destên DAIŞê bûn, ew herêm vê dawiyê ji çekdarên DAIŞê hat rizgarkirin.
Adnan Efrînî berpirsê Hêzên Sûriya Demokrat dibêje laşên di goristana komî de hatine dîtin yên jinan bûn "hinan serê wan hatiye birîn û hin jî bi gulebarandinê hatine kuştin".
Efrînê dide zanîn ku hêj ne zelal kanê ew laşên hatine dîtin yên Êzidyan e yan qurbanî ji miletek dî ne".
Ji hejî bîrxistinê ye ku dema sala 2014an DAIŞê herêmên berfireh kontrol kirbûn li Îraq û Sûriya kemaniyên Êzidî yên li Îraqê kir bûn aramanc û hezaran kes kuştin û hezaran jî bi xwe re revand bûn, DAIŞê di heman demê de nêzî 3000 êzidî kuşt bûn û jin û keç jî weke koleyên seksî bikar di anîn. Komîta Mafên Mirovan ya Netewên Yekgirtî ew komkujîya êzidîyan weke Jenosîd dîtîye û bû sedem ku Amerîka êrîşên esmanî bo ser çekdarên DAIŞê encam bide.