Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşeka Xismetên Hikûmeta Amerîkî bi Awakî Demkî tê Girtin


Hikûmeta Amerîka îro Şemiyê rastî girtineka demkî hat, piştî redkirina projeyeka piştgiriya darayî di Sînatoyê de.

Demjimêr 12 yê nîva şeva borî xismetên ne bingehîn ên hikûmî hatin rawestan.

Îro Şemiyê piştî nîvro dê senator guftûgoyan berdewamkin li dor pirojebiryareka demkî ya xerckirinê ji bo dabînkirina piştgiriya darayî bo hikûmetê heta roja 8ê meha Şubatê.

Doh Înê, Sînato, ku ji 100 sînatorî pêk tê, nikarîbû pirojebiryarê erê bike ku pêwîstî bi 60 ji sedî ji dengan hebû ji bo derbaskirina wê.

Koşka Sipî yekser bersiva têkçûna gihîştina rêkeftineka piştgiriyê da û di daxuyaniyekê de got endamên Demukrat ên Sînato ew “Rêgirên têkçûyî ne”.

Serok Donald Trump îro Şemiyê di Twîtekê de got:

“Demukrat nîgeranin li dor koçberiya ne yayasyî bêhtirî ku ew nîgeran bin li dor leşkerên me û parastina sînorên me yên başûr.”

Endamên Komarî hevkarên xwe yê Demukrat tawanbar kirin ku ew xemên seretayî nadin pêş.

XS
SM
MD
LG