Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Cebelîtariq Tankera Neftê ya Îranî Daxwaz Kir


Gemîya Grace 1 li Cebelîtariq
Gemîya Grace 1 li Cebelîtariq

Hikûmeta Amerîkî îro Pêncşemê ji Cebelîtariq tankera neftê ya Îranî, ku wê dest danîbû ser daxwaz kir, berî ku ew keştî ji alîyê dadgehê we were berdan.

Di medya cîhanî de raport belav dibûn ku Brîtanya û Îranê wê gemîyên di destê xwe de pêguherînin û bi wê daxwaza Amerîka pêşî li wê yekê hate girtin.

Komandoyên Cebelîtariqî di 4’ê Tîrmehê de dest danîbû ser keştîya nefthilgir Grace, bi sedema ku wê dijî toleyên Yekîtîya Ewrupî yên ser Sûrîyê, petrol firotiye wî welatî.

Îranê jî wek bersîvdana wê kiryarê, di 19’ê Tîrmehê de, li Kendavê dest danîbû ser gemîya Brîtanî ya bi navê Stena Impero.

Çaverê bû ku Cebelîtariq îro keştîya Grace 1 berde û Brîtanya û Îran gemîyên di destê xwe vegerînin hevdu tevî ku Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab hefteya borî ragihandibû ku pêguherîna keştîyan ne pêkan e.

XS
SM
MD
LG