Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham: Ez li Ser Danûstandinên Omanê Vekirî me, lê Divê Kongrês Biryarê Bide

Senatorê Amerîkî yê wîlayeta South Carolina Lindsey Graham
Senatorê Amerîkî yê wîlayeta South Carolina Lindsey Graham

Senatorê Amerîkî yê wîlayeta South Carolina Lindsey Graham roja Şemîyê got ew hêvî dike ku her rêkeftineke were kirin, bi rêya dîplomasîyê armancên ewlehîya neteweyî ya Amerîka û pêdivîyên gelê Îranê bicîh bîne.

Senatorê Komarî Graham, nîşan bi dîroka serederîya Komara Îslamî ya li hember rêkeftinan da û got ku,”pêşvebirina rêkeftineke wiha dikare dijwar be, lê tekez kir ku ew bi hişekî vekirî li mijarê dinêre.”

Graham her wiha anî ziman ku,”divê her rêkeftineke di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de ji bo nirxandin û dengdanê ji bo Kongrêsê were pêşkêşkirin.”

Wî berê ser xwepêşandanên dawî de daxwaza piştgirîya Amerîkayê ji bo xwepêşanderên Îranî kiribû û bi berdewamî daxwaza hilweşandina Komara Îslamî kiribû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê pêşwazî li hevdîtinên bi Komara Îslamî re li Omanê kir û got ku keştiyeke mezin a Amerîkî dê di demek nêzîk de li dora Îranê were bicihkirin. Trump roja Înê got ku hevdîtin dê hefteya bê berdewam bikin.

Serok Trump li ser firoka Air Force One ji rojnamevanan re got,"Xuya ye Komara Îslamî ya Îranê bi rastî dixwaze peymanekê çêbike. Divê em bizanin ka ew peyman çi ye. Lê ez dibêjim ku Îran bi rastî dixwaze peymanekê çêbike û divê ew wê bixwazin."

Trump got ku divê hûn pozîsyona xwe biparêzin. Dema me pir heye. Ger hûn Venezuelayê bi bîr bînin, me dema xwe bir. Em ne bi lez in."

XS
SM
MD
LG