Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniya Senatorê Amerîkî Lindsey Graham Derbarê Kerkûkê


Senator Lindsey Graham
Senator Lindsey Graham

Senatorê Amerîk yê Komarî Lindsey Graham nûnerê eyaleta South Carolina, doh daxuyanîyek derbarê rewşa Kerkûkê weşand û da zanîn ku, li gûr raportên ji herêmê tên, ew gelek xemgîne jiber hatina leşkerê Îraqî û çekdarên Şî'î bo nava berjewendiyên Kurdan li dewrûberên Kerkûkê.

Graham dibêje, Ev dê bibe sedem ku, nerihetî li herêmê zêdetir bibe û şer dê li Îraqê belav bibe, ev hemû dê bibe sedem ku, Îran li herêmê bala dest bibe.

Graham herwiha dibêje, divê em bilez û bi biryar tenahiya Îraqê biparêzin û wê yekê fam bikîn ku, Îran tiştekî naxwaze jiblî kontrola xwe li welatê cîran zêde bike.

Graham dîsan dibêje "li dawiyê ev mînakek dinê ye ku, Îran dê nerihetiyê û bê îstqrariyê li herêmê peyda bike".

XS
SM
MD
LG