Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham: Eger Sûrîyê Hêza Leşkerî Dijî Kurdan Bikar Bîne, Ezê Hewla Vegerandina Sizayên Caesar Bidim

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham dibêje eger hikûmeta Sûrîyê hêza leşkerî dijî Kurdan û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bikar bîne, ewê her tiştê ku jê tê bike da ku sizayên Amerîkî careke din ser Sûrîyê ferz bike.

Graham li ser platforma X'ê îro Şemîyê got ku "Eger hikûmeta nû ya Sûrî hêza leşkerî dijî Kurdên Sûrîyê û HSD bikar bîne, ewê ew yek nearamîyeke mezin li Sûrîyê û herêmê çêbike û ewê ew yek her tiştê ku divê derbarê rejîma nû bizanim ji min re bêje."

Senatorê wîlayeta South Carolina herwiha got, "eger kiryareke leşkerî ji alîyê hikûmeta Sûrîyê ve pêk were, çi tiştê ku ji min tê dê bikim da ku sizayên Caesar vejînim û bihêlim ku bêtir pişta wan bişikîne."

Sizayên Caesar yên li dijî Sûrîyê di dawîya sala borî de bi biryara Serok Donald Trump ji ser Sûrîyê hatin rakirin.

Axaftinên Graham di demekê de tên ku şer û alozî di navbera hêzên ser bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê û HSD'ê li çend deveran li Heleb û Reqayê didomin.

Şanderê taybet yê Amerîkayê bo Sûrîyê, Tom Barrack, îro ligel Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî û hinek karbidestên payebilind yên hikûmeta Herêma Kurdistanê kom bû da ku rewşa Sûrîyê gotûbêj bikin.

Biryar e Barrack li Hewlêrê ligel fermandarê giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî jî bicive.

XS
SM
MD
LG