Senatorê Amerîkî yê wîlayeta South Carolina Lindsey Graham îro careke din huşdarî da hikûmeta Sûrîyê ku êrîşî hêzên Sûrîya Demokratîk neke.
Senatorê komarî li ser platforma X’ê got,” Eger hêzên hikûmeta Sûrîyê li bakur ber bi Reqayê ve pêşve biçin, ez ê ji bo nûvesepandina cezayên Qeyser zextê bikim.
Graham got, “Xuyaye ku li Sûrîyê kes guh nade min an jî rayedarên din ên hikûmeta Amerîkayê. Ger ev berdewam bibe, dê ne tenê cezayên ku hestîyan dihêrin hebin, ew ê bi domdarî zirarê bide têkilîyên navbera Amerîka û hikûmeta nû ya Sûrîyê. Ger hûn difikirin ku em derewan dikin - berdewam bikin.”
Wî her wiha got, “Min hewl da ku ez ji hikûmeta nû re dadmend bim, lê xuya ye ku ew guhên xwe ker dike. Ger hûn dixwazin bi Senatoya Amerîkayê re pevçûnek çêbibe û zirarê bide têkilîya Amerîka û Sûrîyê, berdewam bikin. Ger hûn dixwazin têkilîyê rizgar bikin, rawestin û bizîvirin.”
“Ez hêvî dikim ku hûn bi hişmendî serederîyê bikin,” Graham got.